Rewşenbîr û siyasetmedaran bang kirin: Deng bide, bila biqede ev tarîtî!
Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û aktîvîstan dest bi kampanya "Deng bide, bila biqede ev tarîtî" kirin û gotin, "Divê em hêza xwe ya guhertinê nîşan bidin."
Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û aktîvîstan dest bi kampanya "Deng bide, bila biqede ev tarîtî" kirin û gotin, "Divê em hêza xwe ya guhertinê nîşan bidin."
Ahmet Turk, Garo Paylan, Arzû Çerkezoglû, Eşber Yagmûrderelî, Ayşegul Devecîoglû, Riza Turmen, Mûrathan Mûngan û Şebnem Korûr Fîncanci jî di nav de gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û aktîvîstan beriya tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku wê 28'ê Gulanê pêk were bi dirûşma 'Deng bide, bila biqede ev tarîtî! Em ê rê nedin yek şexsî' dest bi kampanyayekê kirin.
Heta niha 581 rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û aktîvîstan mohra xwe danîne binê kampanyayê.
Beşdarên kampanyayê li ser helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê li Hîll Otel a Taksîmê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Destpêkê sînemavan û şanoger Jûlîde Kûral axivî.
Kûral anî ziman ku di hilbijartinên 28'ê Gulanê de weke gel wê biryarê li ser paşeroja xwe bidin û got, "Daxwaz, maf û hêviya me ji bo jiyaneke wekhev, azad, aram û di nava edaletê de heye. Bêyî ku yek ji me kêm bibe, em ê dengê xwe bidin. Em ê rê nedin rêveberiya yek şexsî. Em ê nehêlin kêfxweşî, jiyana me, darên me, çemên me, paşeroja me, dengên me bêne dizîn." Kûral got, çawa ku beriya niha kir, wê di tûra duyemîn de nîşan bidin ku dema dest bidin hev dikarin qezenç bikin.
Derhêner û nivîskar Melek Ûlagay Taylan jî bal kişand ser tûra duyemîn û got, "Meşa me dewam dike û em dengê xwe didin. Hêvîdarim em ê bi hev re bikevin nava rojên baş."
Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û Federasyona Elewî Bektaşî Îbrahîm Karakaya destnîşan kir ku yekane armanca wan afirandina jiyaneke laîk, wekhev û demokratîk a li vî welatî ye.
Ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Nûrten Ertûgrûl jî diyar kir ku ji bo pêşî li neheqiyê bê girtin divê her kes di vê hilbijartinê de dengê xwe bide.
Siyasetmedar Levent Tuzel jî ragihand ku di tûra duyemîn de ji bo têkbirina 'rêveberiya yek şexsî' ew ê dengê xwe bidin.
Nivîskar Eşber Yagmûrderelî anî ziman ku Tirkiye di nava şert û mercên herî giran ê dîroka xwe de ye û destnîşan kir ku divê ew van şertên giran berevajî bikin, ji bo vê jî divê deng bidin.
Nivîskar Melda Onûr diyar kir ku di 28'ê Gulanê de ji bo pîrozbahiyê wê li hev kom bibin.
Akademîsyen Ayşe Erzan jî destnîşan kir ku divê 3 rojên dawî baş bêne nirxandin.
Rojnamevan Îrfan Ûçar jî ji bo dengdanê bang kir.